Sûreta Tîn

Di  Mekke da hatîye hînartinê û 8 berate ye.

Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn

1- Bi hêjîr û zeytûnan.

2- Û bi çîyayê Sîna yê.

3- Û bi vî bajarê ewle.

4- (Sond dixum!) ku me meriv bi rastî di rindê rûçikan da afirandîye.

5- Me paşe ewa (meriva) li bal (tema pîr da) zivirandîye (ku ji pistî zanînê hemî tiştan bîrva

bike).

6- Ji pêştirê  wanê bawer kirine û karê aştî kirine, îdî ji bona wan ra jî kêreke bê paşî heye.

7- Îdî (Ji piştî van beratan) ka (merivo!) ji bona te ra çi bûye, ku tu bi ola (Xuda û bi roya xelat û

celatan) viran dikî?

8- Maqey tu (bawer nakî) ku berawanê berewanan Yezdan e?