Di Mekke da hatîye hînartinê û 8 berate ye
Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn
1- Pesindana (bi mal û mêran) wusa hûn dane mujûl kirin.
2- Heya hûn diçûne nava goran (we mirîne xwe didane nîşanê hev).
3- Na! (wekî gomana we nîne) lê hûnê di nezîk da (bi xeletî ya xwe) bi zanin.
4- Dîsa na! (wekî gotina we nîne) hûnê di nezîk da bi rastî (bi xeletî ya xwe) bi zanin.
5- Na! (wekî gomana we nîne) lê heke bi rastî we (maf) bi zanî ya ( we wusa ne dikir).
6-Bi sond! hûnê dojê bi bînin.
7- Dîsa bi sond! hûnê ewê (dojê bi çavekî tûj) bi bînin.
8- Di wê rojêda hûnêpaşê ji wan qencîne (bi we ra hatine kirinê) bêne pirs kirinê.