Di Mekke da hatîye hînartinê û 15 berateye.
Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn
1- Bi roj û bi ruhnaya wê.
2- Û bi hîva gava li pey (rojê) derdivebe
3- Û bi wî roya gava (roj) ewê (vedike.
4- Û bi wê şeva gava taritî ewê som dike.
5- Û bi ezman bi avakerê wî.
6- Û bi zemîn û bi wê, ku (zemîn bi gulokî) raxistîye.
7- Û bi can û (bi wîyê, ku can) bi rûçikî (afirandîye).
8- Îdî ji bona wî (canî ra) gunehkarî û parisandina (ji gunehan) niqandîye.
9- Sond dixum! Kîjan canê xwe ji sikatîyan bi parisîne ewa serfiraz bûye.
10- Û sond dixum! Kîjan ketibe sikatîyan (ji rêya rast derketibe) bi rastî ewî zîyan kirîye.
11- (Komalê) Semûd ji qurebûna xwe (Pêxemberê xwe) dabûne derewdêrandinê.
12- Gava mêrxasên wan serî hildane.
l3- Îdî qasêdê Yezdan ji bona wan ra (aha) gotîye: "hûn dest ji deva Yezdan û ji ava vexarina wê berdin.
14- Îdî ewan (mêrxasan pêxember) dane derewdêrandinê; Ewan serê devê jêkirin, îdî Xuda yê
wan jî bi sedema gunehê wan şapat li ser wan da pêyweste kir; ewan (bi welatê wan va bi
dêrizayî rast kir.
15- Û (Yezdan bi xweber jî) ji encama (şapatê) natirse.