Di Mekke da hatîye hînartinê û 46 berate ye.
Bi navê Xudayê Dilovan ê Dilovîn
1- Bi wan (fireştene) can sitandne fereşandok.
2- Bi wan (fireştene) ku canan bi hêsanî distînin (û dev) bi kenin.
3- Û bi wan sitêrke (di hewa da) melevanî dikin.
4- Û bi wan (fireştene) daberhevne (ku ji hev) di borin.
5- Bi wî yê ku bûyerana pêk tîne (sond di xum)!
6- Ku roja (di stûrî da tê puf kirinê) hej(bi zemîn digire û ) di heje.
7- Li peyda jî hejeke dinê digire.
8- Di wê rojê da dil (ji mirûzûyê) di silikin.
9- Çavê (xweyê wan dilan ji tirsa) di telisin.
10- (Aha ) dibêjin: « ma qey bi rastî (ji piştî mirina me, ku em ketine goran) dîsa emê (wekî
temtêla xweyê berê) rabin? »
11- « Qey gava em bibûna hestûyê rizî jî ? »
12- Ewan (aha) gotine: « bi rastî (eva) zivirandina zîyaneke.
13- Îdî (eva) bi rastî zaroke bitenê ye.
14- Nişkêva ewan hişyar bûn e.
15- Bi sond!ji tera dabaşa (serdaborya) Mûsa hatîye.
16- Gava Xuda yê (Mûsa) di newala pîrozê (bi nav) « Tuwa » da gazî wî kirîye.
17- (Ji ra aha gotîye): « tu here bal Fir’ewn, loma bi rastî ewa ji avaril derketî ye ».
18- Îdî tu (ji bo wî ra aha) bêje: « tu hez dikî, ku ez beledîya te li bal rîya rast da bikim, ku tu
(ji sikatîyan) fereste bibî? »
19- Heke îdî tu (ji Xuda yê xwe , yan jî ji danê dawîyê) bi tirsî, ezê belidî ya te li bal Xuda yê
te da bikim.
20- Îdî (Mûsa) beratenê mezin daye nîşanê Fir’ewn.
21- Paşê (Fir’ewn)ewan (beratan) dane derewdêrandinê, serî hilda.
22- Paşê pişta (xwe daye Mûsa) bi lez çû ye.
23- (Merivê xwe) civandin îdî (aha) li wan çir kirîye.
24- Û (aha ji bona wan ra) got : “bi rastî ez xudayê weyê bilintirê mezin im.”
25- Îdî Yezdan ewa wusa şapat kir, ku ewa bi wê şapatê ji bona wanê borî û para da tên bûye
(bereketa sodret).
26- Bi rastî ji bona wanê , ku (ji Yezdan) ditirsin di van (bûyeran da) beratenê sodret hene.
27- Gelo di afirandinê da (ji piştî mirinê) ku hûn têne afirandinê zor e, yan jî (afirandina)
ezmanan ? (ewî ezman) ava kirîye.
28- Ewî (ezman )di jor da bilind kirîye, îdî wekî hev rast kirîye.
29- Û şeva wî (ezmanî) tarî kirîye, roja wî ronahî kirîye.
30- Paşê (Yezdan) zemîn jî gulok kirîye.
31- Ewî ji zemîn, av û kovîçêrê wî derxistîye.
32- Û çîyane (zemîn jî) di zemîn da birakutî şandî ye.
33- Ewî (evan) ji bona wê û ji bona tarişê we ra kirine (j ibo ku hûn daborîya xwe pêk bînin).
34- Îdî gava ewa aşîta mezin hat (hemû tişt hildan e binê xwe, tune kirîye).
35- Di wê rojê da merivan çi kiribin tînin e bîra xwe.
36- Û doj jî ji bona wanê dibînin ra xuya bû ye.
37- Îdî kîjan ji (rîya rast derketibe) avarû rijandibe.
38- Û jîna cihanê ji xwe ra helbijartin e.
39- (Ji bona wî ra) bi rastî êwra wî doj e.
40- Û kîjan jî ji (hewandina di hemberê) Xuda yê xwe tirsîyabe û xwe ji xwastina canê xwe
parisandibe.
41- (Ji bona wî ra) bi rastî êwra wî hey bihêşt e.
42- Ewan ji te danê qarsê dipirsin ; ka danê şandina (qarsê) kengê ye ?
43- (Heke Yezdan nebe) tu ji kêderê dikerî (zanîna bi danê qarsê) bêjî ?
44- Dawîya (zanîna )ji wî danî hey li bal Xuda yê te ye.
45- (Muhemmed!) tu hey dikarî ewanê ji (hejmara di roja qarsê da) ditirsin, bidî hişyar kirinê.
46- Gava (ewan) wê rojê dibînin tu bidê qey ewan (di cihanê da) şevekî, yan jî danê taştî ya
wê (şevê) man e (wusa diqilqilin).