Sûreta Muteffifîn

Di Mekke da hatîye hînartinê û 36 berateye.

Bi navê Yezdanê Diulovan ê Dilovîn

l- Ewanê ku di keş û pîvandina xwe da kemasî dikin, xwelî li wan be.

2- Ewanan gava tiştekî ji merivan bistînin; pîvandina wî bê kêmasî pêktîn in.                                                   

3- Gava ewan ji bona merivan ra bipîvin ya jî bikişîn in; ewan di kêş û pîvandina xwe da kêmasî dikin.

4- Maqey ewan guman nakin ,ku wê ewanê (ji piştî mirinê) rabin herne civînê?                                 

5- Ji bona royeke mezin (wê rabin).               

6- ku di wê royê da meriv radibe (hijmara kirinê xwe) ji bona Xuda yê cihanê ra (dide).

7- Na! (gotî ewan kêş û pîvanê xwe bi kêmasî nekin) loma bi rastî nivîsara (ki­rinê) gunehkaran di sicîlan da

hatîye pêk anînê.

8- (Muhcmmed!) tu ji ko dizanî ka sicîl çîye?

9- Ewa (sicîla deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hilda ye.

10- Di wê royê da xwelî li derewdêran be.

11- Ewan (derevdêran) roya xelat û celatan didine derewdêrandinê.

12- Ewê royê hey ewanê ji tuxûbê xwe borî û gunehkar, didine derewdêrandinê.

13- Gava beratenê me ji bona wî ra, tên e xwundinê ewî (aha) gotîye: "Evan çîvanokê berêne."

14- Na! (bi gotina wan nîne). Lê bi rastî bi sedema keda wane kirî gemarê li ser dilê wan girtîye.

15- Na! (bi gotina wan nîne, keda wan jî bi tenê nîne) loma bi rastî ewanan di wê royê da ji Xuda yê xwe rûreş in.

16- Paşê ewanê li bal doji da bîne avêtinê.

17- Wê hej paş da ji bona wan ra aha bêgotinê: "Ewa tişta ku wê pê bawer ne dikir, eva ye

(îdî de ji şapata wê çeşne bikin)."

18- Na! (wekî gotina we nîne) loma bi rastî nivîsara kirinê wanê qencîkarê, di jora bilinddan in.                                        

19- (Muhemmed!) tu ji ku dizanî, ka jora bilind çîye?         

20- Ewa (jora bilind deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hildan e.                                                              

21- Ewan (feriştene) nêzîk, nêhrewanî ya wî dikin.                     

22- Loma bi rastî qencîkar di (behişta) xurekadan in.                                     

23- Li ser kursîyan temaşa dikin

24- Tu di rûyê wan da, şopa qencîyan nîyas dikî.

25- Ewan, bi meya devgirtî ye xurî tên e avdanê.       

 26- Derxûnê wî miske (ya jî daw ya wê meyê misk e). Îdî bira dexes (di van xelatan da) dexesî bikin.                                                      

27- Pê vexwarina wê (meyî) meya bi nav Tensîm e.

28- Ewa (Tensîm a) kanyeke wusane, ji wê (kanîyê) hey ewanê nêzîkê (Yezdan) vedixun.

29- Bi rastî ewanê gunehkarî dikirin hene! Ewanan, bi wanê bawer kiribûn e dikenîyan.

30- Gava ewanê (gunehkar) li bal wanê (bawerker da) diborîn li hev mêze dikin çav diniqîn in

(bi bawerkeran tinazan dikin).

31- Û gava (ewan gunehkaran) li bal malînê xwe da zivirîn e, ewan bi xweşî (bawerkeran) di nava

xwe da bi ken mijûl dibin.

32- Û gava (ewan gunehkaran, bawerker) dîtin e; ji hev ra (aha) gotin e: "Bi rastî evan (bawerkeran)

rêya xwe wunda kirin e."

33- Ewan (gunehkaran dizan in) ku bi dîdevanî li ser wan (bawer­keran) ne hatin e şandinê, ji bo ku

ewan biparisîn in.

34- Îdî di îro da jî ewanê bawer ki­rin e hene! ewan (bi wanê gunehkar) di ken in.

35- Ewan (bawerkeran) li ser textegahan (li wan filan) mêze dikin.

36- Çane! (ka mêze bikin) gelo fi­lan gerewa kirinên xweyên dikiribûn e, dîtin e?