Sûreta Leyl

Di Mekke da hatîye hînartinê û 21 berateye.

Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn

1- Bi şeva gava taritî ewê som dike.

2- Bi roya gava derdikeve (rohnaî dike).

3- Bi wîyê ku nêr û mê afirandîye.

4- (Sond dixum!) ku xebata we bi rastî cure û cureye.

5- Îdî kîjan (ji bona xezanan ra mal) bi sixurîne û Xuda parizî bike.

 6- Û (perestîne) qenc jî bike û rast bi dêrîne.

7- Îdî emê ji bona wî ra (hatina li bal rêya rast da) hêsanî bikin.

8-  Kîjan jî çikûsî bike û xwe (ji Yezdan) ne hewce bibîne.

9- Û qencê (gotinan jî) bide derewdêrandinê.

 

10- Îdî emê ji bona wî ra (çûna li bal rêne zehmet da) hêsanî bikin.

11- Û gava ewa bikeVe dojê, malê wî qe ji bona wî ra tu karê nake.

12- Loma bi rastî hatina wî li bal rêya rast da li ser meye.

13- Û bi rastî cihan û parada jî ji bona me ra ne.

14- Îdî min hûn (gelî gunehkaran!) Bi agirekî pêtdayî dane hişyar kirinê.

15- Ji pêştirê wanê rûreşê ji rêya rast derketî, tu kes nakeve wî agirî.

 

16- Ewî (rûreşê) maf daye derewdêrandinê, pişta xwe daye (mafê).

17- Bi rastî ji wî (agirî) merivê Xu­da pariz tê dûr xistinê.

 

18- (Ewê Xuda pariz) ew e, ku malê xwe (di rêya Yezdan da )sixurandîye (mali xwe) paqij

kirîye.

19- Û (li bal Yezdan) ji bona tu kesekî ra qe tu qencîyek tuneye, ku ewan bi wê qencîyê bêne

xelat kirinê.

20- Ji pêştirê (maldana) ji bona qayîl bûna (Xuda yê xwe) yê bililindtir (heke dabe).                                 

21- Di nêzîk da jî (ewa qencîya) ku Xuda yê wî (ji bona wî ra bide, ewê) bi wê qencîyê qayîl

bibe.