Sûreta Inşiqaq

Di Mekke da hatîye hînartinê û 25 berate ye.

Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn

1- Gava ezman derizî.

2- (Ezmen) ji Xuda yê xwe des­tûr xwest (ku bi sitûxarî wekî babetî ya wî) bi gotina wî (perestî ya)

wî bike.

3- Û gava zemîn direj bûye (rast bûye).

4- Û di hundurê (zemîn da) çi heye, hemî avêtî ye derva, îdî vala maye.

5- Û (zemîn) ji Xuda yê xwe des­tûr xastîye (ku bi sitûxarî wekî babetîye wî) bi gotina wî (perestî ya wî) bike.

6- Merivo! Bi rastî tu dixebitî, ku tu herî bal Xu­da yê xwe, îdî (tu wusa bixebit e) tu yê bigehêjî wî.

7- Di wê gavê da îdî pirtûka kîjanî (bi destê) rastê bê danê.

8- Ewê hijmarek e hindik û hêsanî bibîn e (derbasbibe).

9- Û ewa li bal malîne xwe da bi şahî dizvir e.

10- Lê pirtûka kîjanî di alîyê pişta wî da hatibe daînê.

11- Îdî ewê ji bona xwe ra gazî teşqela bike.

12- Ewê li bal doja pêtan da bê kişandin e.

13- Loma ewa (di cihanê da) di nava malînê xwe da dilşabû ye (qe tiştek ji vê şapatê ne dianî bîra

xwe).

14- Loma bi rastî (ewê gunehkar) guman kiribû, ku bi rastî îdî ranabe.                                            -1ı

15- Na! (bi rastî wê bêne şandinê) loma bi rastî Xuda yê wî ewî dibîne.                                                                

16- Ho! Bi segura sibehê.                                     

17- Û bi şevê û bi wan tiştên, ku şevê di xwe da pêçaye.                             

18- Û bi hîva (çarde) şevî.

19- (Sond dixum!) ku hûnê ( bi temtilekî li bal temtêla mayî da bêne rêkxistinê.

20- Îdî gelo ji bona wan (filan ra)çi bûye, ku ewan hêj bawer nakin?

21- Û gava ku Qur'an ji bona wan ra tê xwundinê  ewan (ji bona Yezdan ra) kunde nabin?

22- Lê ewanê bûne file hene! (gava Qur'an ji bona wan ra tê xwundinê) ewanan (Qur'an ê) didine

derewdêrandinê

23- Yezdan bi xweber jî (ewa tişta, ku ewan filan di hundurê xwe da veşartin e) bi wan çêtir

dizane.

24- Îdî (Muhemmed!) tu ewan (fi­lan) bi şapateke dilsoz bide mizgîndanê.

25- Bi tenê ewanê bawer kirine û karê aştî kirin e hene! kêryeke bêpaşî ji bona wan ra