Di Mekke da hatîye hînartinê û 5 berate ye.
Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn
1— (Muhemmed! tu aha) bêje, "Ez xwe davêjime (berbextê wî Xuda yê, ku şevê)
diçirîne (sibehê) derdixe."
2— Ji sîkatîne hemî tiştê aferandîye.
3— Û ji sikatîya şevê gava tarî dibe.
4— Û ji sikatîya ançkeran, ku pufe girya dikin; girê didin.
5— Û ji sikatîya Dexesan, gava dexesî dikin.