Di Mekke da hatîye hînartinê û 20 berateye.
Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn
1- Ho! Ez bi vî bajarî sond dixum.
2- Û tu bi xweber jî di nava wî da rûniştî yî.
3- Û bi nişa merivan û bi ûrta wan.
4- (Sond dixum) ku me nişa merivan (di nava) zoratîyê da afirandîye.
5- Maqey ewa meriva guman dike, ku hêza tu kesî pêda naçe?
6- (Ji bona pesindanê aha) di bêje: "Min di vê rê da bi kulûra mal sixurandîye."
7- Maqey ewa guman dike, ku kes ewê kirina wî nabîne?
8- Qey me ji bona (merivan ra) du çav ne daye.
9- Û zimanek û du lêv (nedaye)?
10- Û me ji bona (merivan) du rê; (rêya qenc û xirabîyan) daye.
11- Îdî ewî (merivî, ji bona sipazîya di hemberê van qencîyan) qe xwe ne avite tu gaz û bêlanê zor.
12- Gaz û bêlanê zor, ka çîye tuyê ji ku bizanî?
13- Ewa (kara) vekirina (zincîra) kolan e (ku tu ewan azad bikî).
14- Yan jî di rojeke axilve da dayîna xurekan e.
15- Ji bona sêwîyên pismam ra.
16- Yan jî ji bona wan belengazê, ku ji birçîya xwe li ser xwelîyê dirêj kirene.
17- Hêj paşê ewa dibe ji wanê bawer kirin e û şîreta bi hewdana (di hemberê cewr û aşîtan da) li hev dikin
û bi dilovanî ya li hev kirinê dikin.
18- Hevrîne bi nutûv û rast evan in.
19- Ewanê bi beratenê me bûn e file hene! ewan jî hevrîne bênutûv û çep in.
20- Agirê ku derê wî tê girtinê, ji bona (vanan ra)ne.