Sûreta E'leq

Di  Mekke da hatîye hînartinê û 19 berate ye

Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn

1- (Muhemmed!) tu bi navê Xu­da yê teyê, ku tu afirandîyî bi xûne.

2- Ewî meriv ji zûryan afirandîye.

3- Tu bi xûne! Û Xuda yê te pir rûmetdare.

4- Ewî (bi merivan nivîsandina) bi gilîgo û nivîsdarokî daye hînkirinê.

5- Tişta, ku merivan nizanbûye ewî bi wan daye hînkirinê.

6- Na! (di hemberê van qencîyan da) bi rastî meriv ji avarû derketîye.

7- Ji ber, ku ewa (meriva) xwe ne hewce dîtîye.

8- Bi rastî para zıvirandin hey li bal Xuda yê te dane (wê hijmara kirinê wan bibîne).

9- Qey tu ewê, ku paradanê dike nabînî?

 

10- Gava bendek nimej dike (ewî dide para da na hêle nimej bike).

11- Tu dibînî; heke;ewa (bendê nimêj; dike) li ser rêya rast be?

12- Yan jî ewa (benda) fermana bi Xuda parizî bike?

13- Tu di binî; heke ewa (bendê paradanê dike) pişta xwe bide (van  şîretan û) bide

derewdêrandine? (wê gavê ewê bizane ka wê çi bê serê wî).

14- Maqey ewa nizane, ku bi rastî Yezdan bi hemû kirinê wî (dizane û) dibîne?                                                   

15- Na! heke ewa (ji wan kirinê xwe poşman nebe) parada nefitile, bi rastî emê bi

tûncika wî bigirin (ewî li bal dojê da) bi kişînin.

16- Bi tûndcika wî virekê gunehkar (bigirin). 

17- Îdî bi ra ewa (here) gazî hemnişînê xwe bike.

18-Emê jî gazî feriştene xwene (parisvznê dojê bi navê) zabanî bikin.

19- Na! (Muhemmed!) qe tu bi gotina wî (gunahkarî) neke ü tu

(ji bona Xuda yê xwe ra) kunde bihere û nezîkê wî (Xuda yê xwe be).