Sûreta A'dîyat

Di Mekke da hatîye hînartinê û 11 berateye.

Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn

1- Bi wan hespên behindayî.

2- Û bi wan hespên, ku (bi simên xwe çirûskên) agir derdixin.

3- Û bi wan hespên, ku (di êrişa serê sibehê da) tozê derdixin.

4- Û bi wan hespên, ku (bi wê êrişa xwe, bi tozê) şop li pey xwe hîştine.

5- Bi vî awayî ewan (hespan bi sîyarê xwe va) di nava neyaran da cî vedane.

6- (Bi van sond dixum!) ku meriv bi rastî ji bona Xuda yê xwe ra pir nankor e.                                                                

7- Û bi xweber jî nihrevanê vê kirina xwe ye.

8- Û bi rastî (meriv) ji bona civandina mal ra zor hizkere.                .      

 9- Ma qey meriv nizan e, gava tiştên di goran da heyî radibin (ji bona civînê) têne şandinê

(we gavê temtêla wan ça dibe)?

10-Wê (gavê çi)di dilê wan da heye derketî ye hatîye xu yandinê.                                              

11- (Erê!) di wê rojê da Xuda yê wan bi temtêla wan agahdare.