Sûreta Nûh

Di Mekke da hatîye hînartinê û 28 berate ye.

Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn

1- Bi rastî me Nûh li bal koma wî da şandîye (me ji Nûh ra aha gotîye: "Nûh!) hêj di berîya,

ku ji komalê te ra şapateke dilsoz ne hatîye; tu komalê xwe bide hişyar kirinê".

2- (Nûh ji bona wan ra aha) gotîye: "gelî min! bi rastî ez ji bo­na we ra hişyarvanekî xûyame".

3- Hûn perestî ya Yezdan bikin û bi gotina min bikin.

4- (Heke hûn aha bikin. Yezdan ê) hinekî ji gunehên we ji bona we ra bibexşîne û wê

ewayê heya danê nevdaî we para da bihile. Bi rastî heke hûn bizanin; gava danê dawîyê

hatibe, nayê paradanê.

5- (Nûh ji Xuda aha lava kirîye û) gotîye: " Xuda yê min! bi rastî min komalê xwe di şev û

rojê da (li bal te da) gazî kirîye".

6- Îdî gazîkirina min ji wan ra hey revandina wan para da pir kiriye.

7- Bi rastî ji bo ku tu ewan bibexşînî, min çiqa gazî wan kirîye ewan kincên xwe li xwe

dipêçandin û tiliyê xwe dixistine guhê xwe (ji bo ku deng neçe wan înç dikirin, ji quratîyê

xwe mezin dikirin..

8- Paşê bi rastî min ewan bi eşkere gazî kirin (ku ji kirinê xwe poşman bibin).

9- Paşê bi rastî min, ji bona wan ra (doza xwe) eşkere kir, ça min ji bona wan ra (doza xwe) bi

veşartî penha kiribû.

10- Îdî minji wan ra (aha) got: "hûn ji bona xwe   ra ji Xuda yê xwe baxişandina xwe lava

bikin. Loma bi rastî (Xuda yê we) baxişkar e.

11- (Hûn jî wî baxişandinê bixwazin) ji bo ku di jor da li ser we da baranê bişîne!

12- Ji bo ku ewa (berxudar ya we) bi mala û zaran pir bike, ji bona we ra bostan ş çeman çê

bike.

13- (Gelî min!) ji bona we ra çi bûye; ku hûn bi kubarî gazî Yezdan nakin?

14- Ewî bi xweber jî hûn ji temtêlne curecure da afirandine (qey hûn naponijin).

15- Maqey hûn nabînin, Yezdan ça hevt ezman wekî hev afirandîye?

16- (Yezdan) hîv di wan (ezmanan da) xistîye rohnayî û roj jî xistîye çira.

17- Yezdan hîn ji zemîn (wekî çêre) hêşîn kirine.

18- Paşê wê dîsa we bixe zemîn, dîsa we ji zemîn derxe, carbicar aha bike.

19- Yezdan zemîn ji bona we ra xistîye binrax.

20- Ji bo ku hûn di rêne firene (di zemîn da) hatine vekirinê, bigerin.

21- Nûh (gava dêna xwe dayê ku şîretên wî ji bona komalê wî ra qe kêrê wan ne hatîye, ji

Xuda yê xwe aha lava kirîye û) gotîye: "Xuda yê min! bi rastî ewan bê gotina min ki­rine û

bûne peyrewê kesekê wusa, komal û zarê wî ji bona wî ra hey zîyana wî pir kirine".

22- Ewanan endezene mezin kirine.

23- (Ji hev ra) gotine: "hûn (gelî me! bi gotina Nûh) dest ji Xudan yên xwe bernedin û hûn

dest (ji Xuda yê bi nav) Wed û Sewa û Yexûs û Ye'ûq û Nesir bernedin".

24- Bi sond! ewan bi vî awayî pir kes ji rê ya rast derxistin e. Tu bi xweber jî ji bona

cewrkaran hey teşqelan pir dikî.

25- Ji ber dexelîne wan ewan (di avê da) feşirîn, îdî ketine agir. Ji bona wan ra ji peştirê

Yezdan, îdî qe rastî tu arîkarî ne hatîye.

26- Nûh (aha lava kirîye û) gotîye: "Xuda yê min! tu ji bona filan ra li ser zemîn qe tu welatê

nehêle".

27- (Xuda yê min!) bi rastî heke tu ewan (filan li ser zemîn) bihêlî, ewanê bendene te ji

rê ya te derxin, ewanê hey filene bê xûne (cewrkar) bizêyînin.

28- Xuda yê min! tu min û da û bavê min û ewanê  bi bawerî dikevine xênîyê min û mer û

jinê bawer kirine bibexşînî. (Xuda!) tu ji bona cewrkaran ra hey teşqelê pir bike