Sûreta Insan

Di Mekke da hatîye hînartinê û 31 berate ye.

Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn

1- Bi sond! meriv qe hêj tu tişt ne bûye, ku navê wî bihata gotinê; dan û demê pir dirêj li

ser da borîye (paşê ji xalya qîmîtîye bênketî hêdî hatîye afirandinê).     

2- Bi rastî mc meriv di temtêlne pey hev da,ji aveke tevlihevê (ji nêr û mêyan) afirandîye, îdî

ji bo ku emê ewî biceribînin, me ji bona wî ra bihîstin û dîtin çê kirîye.

3- Bi rastî me ji bona wî ra rê nîşan daye, îdî ewa (meriva) ya sipazî û ya jî nankorî dike.                     

4- Bi rastî me ji bona filan û nankoran ra, zincir û bend û doja hilopît amade kirîye.

5- Bi rastî ewanê qenc jî hene! ewanan, meya ku tevê kafûrê bûye, di şelbikan da

vedixwun.

6- (Ewa meya) kanyeke wusane, bendanê Yezdan ji wê (kanîye) vedixwun.(Ewanbendan

ewê) kanîyê ça bixwazin, wusa didine kişandinê.

7- Ewan (qencan) gorînê xwe pêk tînin. Ewanan ji wê roja  ku aşîta wê belav dibe ditirsin.

8- Bi hez kirina xwe, xurekan ji bona belengaz û sewî û zebûnan ra didin.

9- Ewan (ji bona hewcan ra aha dibêjin): "Em hey ji bona qayîlbûna Yezdan bi we didine

xwurinê. Loma me ji we qe xelat û sipazî navên.  

10- Loma bi rastî em di roja rû tirş û bi mirûz da ji (şapata) Xuda yê xwe, ditirsin.

11- İdî Yezdan jî ewanan ji şapata wê royê parisandin û Yezdan ji bona wan ra (rûyekî) bi

ken û (dilekî) fire daye.

12- Bi sedema, ku ewan li ser (cefan) hew kirine, xelata wan (di wê ro­yê da) behişt û

hevirmûş e.

13- Ewanan di (behiştê da) û ser kursîyan paldayîne ewanan di (behiştê da) germa (şewatok)

û serma (qermandok) nabînin.

14- Û sîne (darê behiştê) bi ser wan da hatîye vegirtinê, çiqilên (daran ji bona weşandina

beran) berjêr bûne, hatinê jêrê.

15- Bi firaqê ji zîv û bi misînên ji biloran li ber wan digerin.

16- Ewan îstekanê ji zîv in, bi pîvandin hatine pêk anînê.

17- Û ewanan (di behiştê da) bi aveke wusa têne avdanê, ku ewa (ava) bi zencefîlê hatine

tevdane (di wan şûşan da) vedixun.

18- Eva di (behiştê da) kanyeke jêra selselbîl tê gotinê.

19- Ewan (vexurinan) zarên, ku di (behiştê da) hermaîne li dora wan da digerînin. Gava tu

(ewan zaran) dibînî, tu dibê qey luluyê zêr kildayîne.

20- Tu çi gavê li wura mêze bikî (tu di wura da) qencî û maldar ya mezin dibînî.

21- Li ser (behiştîyan) kincê ji hevirmûşê kesk û birqonek hene. Ewan ji bazinê zîv xwe

xemilandin e. Xuda yê wan, ewan bi aveke paqij dane avdanê.

22- Bi rastî ewa ji bona we ra xeleteke û xebata we hatîye sipaz kirinê (litê kirinê).  

23- (Muhemmed!) bi rastî me Qur'an bi vekirî li ser te da hînartî ye.

24- Îdî ji bona berawanî ya Xuda yê xwe tu hew bike û tu ji wan (filan) qe bigotina tu

gunehkar û nankoran neke.

25- Û tu bi navê Xuda yê xwe di sibeh û êvaran da perestî bike.

26- Û di hinekî şevê da, îdî tu ji (Xuda yê xwe ra) kunde behere û tu di şeva dirêj da jî

perestî ya (Xuda yê xwe) bike.                                                       

27- Bi rastî evanan (ji vê cihana) zû çûyî hez dikin û dest ji wê roja girane pêş ya xwe da

berdan e.

28- Me ewan afirandine û me (momikên wan) pevxistine û ewan bi hez kirine û gava em

bivên jî, emê ewanan bi hinekî wekî wan ra biguhurînin.

29- Evan beratan şîret in; îdî kîjan bivê, wê li bal  Xuda yê xwe da ji bona xwe ra rêyekî

bigire.

30- Û hûn bi xweber jî ji pêştirê vîna Yezdan qe tu tiştî navên.Loma bi rastî Yezdan

pirzanê bijejke ye.

31- Ewa ji kîjanî ra bivê ewî dixe nava dilovanî ya xwe. Ewî ji bona cewr karan ra jî şapateke

dilsoz amade kirîye.