TECWÎD

1- TECWÎD ÇÎ YE?

Ew zanîna ku mirov bi hemû usûl û qaîdan hînê xwendina Qur’anê dike, ji wî ra TECWÎD tê gotin. Armanca vê zanîn ev e, ku mirov bê kêmasî Qur’anê bixune û xwe ji berpirsiyarê xilas bike.

2- SUKÛN Û SAKIN ÇÎ YE?

Sukûn: Bi wateya bê heredke ye. Ji tîpa bê hereke ra jî sakin tê gotin.

Sukûn li ser du beş e.

a) Sukûna lazim: Di dema xwendina Qur’anê da, mirov li ser bêjekî bisekine jî û nesekine jî, rewşa bê dengîya (sukûnîya) xwe diparêze.

Mînak:  Úóáóóíúßó  äóÓúÌõÏõ  äóÚúÈõÏõ

b) Sukûna ‘ariz: Di dema xwendina Qur’anê da ku mirov bisekine sukûn bixûyê û dema mirov der be bibe sukûn wunda dibe.

Mînak: ÇöáÇøó Çááøóåõ Ü ÇöáÇøó Çááøóåú

3- TENWÎN ÇÎ YE?

Ji her du ziber, zêr û pêşên di dawîya kelîmê ra TENWÎN tê gotin.

Mînak: ÇóÍóÏñ Ü ÑóÓõæáñ

4- MEDD ÇÎ YE?

Medd bi wateya dirêjkirin e û li ser du beşa ye:

a) Meddê eslî; ku ji wî ra “Meddê Tebi’î” jî tê gotin.

b) Meddê Fer’î; ev medda jî çar beş e. Muttasil, munfasil, lazim û ‘ariz.

5- TÎPÊN MEDDÊ ÇEND HEB IN Û KÎJAN IN?

Herfên  meddê sê heb in. Elif, waw û yê “  Ç æ ì”

Elif: Bi xwe sakin û tîpa beriya wê jî, bi zeberê bê xwendin,

Waw: Bi xwe sakin û tîpa beriya wê jî, bi pêşê were xwendin,

Yê: Bi xwe sakin û tîpa beriya wê jî, bi zêrê were xwendin. Wê demê ji van tîpan ra “Herfên Meddê” tê gotin û bi qasa elifekî bi dirêjayê tên xwendin. Ji xwendina bi vî awayî ra jî, Meddê Tebi’î tê gotin. Ji bo mîmakan li dersa Elîfba ya 9. binhêrin.

6- MEDDÊ FER’Î Û SEDEMÊN WÊ: Muttesil, munfesil, lazim û ‘ariz.

Sedemên meddê fer’î du heb in:

1) Hemze

2) Sukûn

Dema li pey tîpa meddê ra ji her du sedemên meddê “hemze û sukûn” yek were, wê demê dibe meddê fer’î.

a) MEDDÊ MUTTESIL: (medda bi hev va)

Li pey tîpa meddê re sedemê meddê “hemze” were û her du (hemze û sedem) di yek bêjekî din da bin, dibe meddê muttesil bi qasî 4 elifa tê dirêjkirin,

Mînak: ÌóÇÁó Ü ÓõæÁó Ü ÌöÆó

b) MEDDÊ MUNFESIL: (meddên ji hev cuda)

Li pey tîpa meddê ra sedemê meddê “hemze” were û her yek ji wan di bêjekî din da bin, wê demê dibe meddê munfesil û bi qasa didu an çar elifa bi dirêjayê tê xwendin.

Mînak: ÇóáøóÐöì ÇóØúÚóãóåõãú Ü ÇöäøóÇ ÇóÚúØóíúäóÇßó Ü æóãóÇÇóäúÒóáúäóÇ

c) MEDDÊ LAZIM: (meddê pêwistî)

Li pey tîpa meddê ra sedemê meddê sukûn (sukûna lazim) were dibe meddê lazim û bi qasa çar elifa divê were dirêj kirin.

Meddê lazim çar beş e:

1- Meddê lazim kelîme-î museqqele (bêjeya giran) wekî: æóáÇó ÇáÖøóÇáøöíäó

2- Meddê lazim kelîme-î muxeffefe (bêjeya sivik) wekî: ÇóáÇóäó

3- Meddê lazim herf-î museqqele (tîpa giran) wekî:  Çáã

4- Meddê lazim herf-î muxeffefe (tîpa sivik) wekî: íóÓ

ç) MEDDÊ ‘ARIZ:

Di kelîmekî da li pey tîpa meddê sukûna ‘ariz were, dibe meddê ‘arizî û bi qasa elifekî da çar elifa mirov dikare dirêj bixûne.

Mînak: íóæúãö ÇáÏøöíä Ü äóÓúÊóÚöíä

7- MEDDÊ LÎN Û TÎPÊN LÎNÊ:

Lîn, bi wateya xwe bi wateya nerm e û du tîpên lîn henin.

1- Waw  æ 

2- Yê ì

Ev her du tîpan bi xwe sakin (bê deng) bin û bi zibera tîpa beriya xwe werin xwendin, wê demê dibin tîpên lîn. Di bêjekî da eger tîpek ji her du tîpên lînê werin û hema li pey tîpê jî sedemê meddê sukûn were, dibe meddê lîn.

Sukûn; sukûna lazim be, bi awayê dirêj û normal,

Sukûn; sukûna ‘ariz be, bi awaya dirêj, normal û kurt xwendin caiz e.

Tûl: (dirêj) bi qasa çar elifa,

Tewessut: (nornal) qasa du elifa,

Qesr: (kurt) qasa elifekî, bi dirêjayî tê xwendin. Mînak: æóÇáÕøóíúÝ Ü ÎóæúÝ   

8- ÎDXAM ÇÎ YE Û SEDEM Û ŞERTÊN WÎ ÇÎ YE?

Xwedndina herfekî sakin bi tîpekî bi hereke ra, yanî xwendina du tîpa wek tîpeka bi şedde ra “îdxam” tê gotin. Lê hinek sedem û şertên îdxamê henin.

SEDEMÊN ÎDXAMÊ:

a) Ev her du harfên tên cem hev, ger mexrec û sifetên wan yek bin.

b) Ev her du herfên tê cedm hev, ger sifetên wan cuda bin jî, mexrecên wan yek bin.

c) An jî ev her du herfên tên cem hev, bi mexrec û sifetên xwe nêzîkî hev du bin.

Ev şertana tune bin îdxam çê nabe. Hima çiqas du herfên ku yek sakin û ya din jî bi hereke werin ba hev du, îdxam di nav wan da pêk nayê.

ŞERTÊN ÎDXAMÊ:

a) Ew her du tîpên ku tên ba hev, gerek ya yekemîn sakin (mudxam) ya duyem jî bi bi hereka (mudxamin fîh) be.

b) tîpa yekemîn yanî ya sakin, gerek tîpa meddê nebe.

c) Ew sedemên ku me li jor nivîsî, gerek yek ji wan jî hebe.

CELEBÊN ÎDXAMÊ:

a) Îdxama misleyn: Mexrec û sifetên du herfa yek bin û werin ba hev, ye yekemîn sakin, ya duyemîn jî bi hereke be, wê demê dibe “îdxama misleyn”. Ev her du herf her yek di kelîmekî da bin, an jî her du di kelîmekî da bin ferq nake. Bes ku her du di yek kelîmekî da bin, wekî yek herfekî tên nivîsandin û îşareta şeddê li ser tê danîn. Ku ne di yek kelîmekî da bin wê demê jî cuda cuda tên nivîsandin.

Mînak: Çäøó ÑóÈøóåõãú Ü ÑóßøóÈóßó Ü ÇöÐú ÐóåóÈó Ü ÑóÈöÍóÊú ÊóÌóÇÑóÊõåõãú

Ku ev her du herfên tên cem hev, her du jî –Nun- an –Mîm- bin, wê demê dibe îdxami misleyn me’elxunne. Îdxama ji xêncî mîm û nunê ku di navbera du heb herfên din da çê dibe, jî wî îdxamê ra jî, îdxami misleyn bila xunne tê gotin.

b) Îdxama mutecaniseyn: Ji herfên ku sifetên wan cuda nin û mexrecên wan yek in, jê ra tîpên mutecanis tên gotin. Ku du heb herfên mutecanis bên ba hev û ya yekemîn sakin, ya duyemîn jî bi hereke be, jê ra îdxama mutecaniseyntê gotin û bi sê şikla pêk tê.

1- Îdxama di navbera “bê û mîmê” (ã Ü È)  da. Gerek ya yekemîn Bê (È) be, û di di Qur’anê da yek mîsalek heye. íóÇ Èõäóìøó ÇöÑúßóÈú ãóÚóäóÇ

2- Îdxama di navbera tê-dal-ta, (Ø Ü Ï Ü Ê) da. Ku ew jî bi du şikla çê dibe:

a) Tê-dal (Ø Ü Ï) gerek her du jî, him mudxam him jî mudxaminfîh bin.

Mînak:  ÇóÑóÏúÊõãú Ü ÇóËúÞóáóÊú ÏóÚóæóÇááåö

b) Tê-ta (Ø Ü Ê) gerek ya yekemîn tê (Ê) mudxam be, wê demê îdxam çê dibe.

Mînak:       ÇöÐú åóãøóÊú ØóÇÆöÝóÊóÇä

Ku ye yekemîn ta (Ø) be, îdxam tam çê nabe, belkî qelqela ta jê radibe. Di pey herfa ta (Ø) yê ra tê (Ê) bi dengê xwe yê normal tê xwendin.

Mînak: áóÆöäú ÈóÓóØúÊó

3- Îdxama di navbera sê-zal- zê (Ù Ü Ð Ü Ë) da. Ku ew jî bi du şikla çê dibe.

a) Dî beriya (Ë) da zal (Ð) were, îdxam çê dibe. Zal berê were îdxam çê nabe.

Mînak: íóáúåóËú ÐóÇáößó

b) Li pey zal (Ð)ê zê (Ù) were îdxam çê dibe. Jî xêncî van her du şikla, yanî di navbera sê û zê (Ù Ü Ë) da îdxam çê nabe.

Mînak: ÇöÐú ÙóáóãõæÇ

c) Îdxama muteqaribeyn: Di navbera van her çar herfan da çê dibe û bi du beş e:

1- Îdxama di navbera lam-rê (Ñ Ü á) da. Lê gerek tîpa rê (Ñ) ya duyemîn be.

Mînak: Þõá ÑóÈøö

Herfa yekemîn lam (á) nebe îdxam çê nabe. Wek: Çóáøóáåõãøó ÇÛúÝöÑúáóäóÇ

2- Îdxama di navbera qaf-kef (ß Ü Þ) da. Lê gerek qaf (Þ), tîpa yekemîn mudxam  be; an îdxam çê nabe. Di Qur’ana Pîroz da yek mînakek heye, lê di vir da jî, îdxam tam an jî kêm çê dibe, di vir de jî îxtîlaf heye.

Mînak: Çóáóãú äóÎúáÞúßõãú

d) Îdxama me’e-l-xunne: Di pey tenwîn an jî nûna sakin da yek ji van her çar herfan mîm,nûn,waw û yê (ì Ü æ Ü ä Ü ã) were û her yek ji wan di kelîmekî in da bin, dibe îdxama me’elxunne.

Mînak: ÈöÍöÌóÇÑóÉò ãöäú Ü ãöäú ãóÓóÏò Ü ãóäú íóÞõæáõ Ü ÎóíúÑðÇ íóÑóåõ Ü áóåóÈò æóÊóÈøó æóäóÝúÓò æóãóÇ Ü æóÇáäøóåóÇÑö Ü ÓõáúØóÇäðÇ äóÕöíÑ

f- Îdxama şemsîye: Dema di pey elif-lama t’erîfê da ye ji van çardeh herfan were, lama serê kelêmê nayê xwendin, lê ku elif di serî da be, tê xwendin, ne di serî da be, nayê xwendin. Ji bo mînakan li dersa 12 a, li beşa tîpên şemsî binhêrin. 14 tîp in: ä Ü á Ü Ù Ü Ø Ü Ö Ü Õ  Ü Ô Ü Ó Ü Ò Ü Ñ Ü Ð Ü Ï Ü Ë Ü Ê

9- ÎZHAR ÇÎ YE?

Li pey tenwîn an jî nûna sakin ra, ji van her şeş herfan hemze, ‘hê, xê, ‘eyn, ‘xeyn û hê (å Ü Û Ü Ú Ü Î Ü Í Ü Ã) yek were, tenwîn jî nûna sakin jî bi dengê xwe yê eslî tên xwendin û ji vî ra jî “îzhar” tê gotin.

Mînak: ÇóäúÚóãúÊó Ü ãöäú ÎóæúÝò Ü ØóíúÑðÇ ÇóÈóÇÈöíáó Ü Úóäúåõ Ü æóÇäúÍóÑú Ü ÍóáöíãðÇ ÛóÝõæÑðÇ

ÎZHARA QEMERÎYE ÇÎ YE?

Di pey elif-lam t’erîfê da yek ji van çardeh herfan were, lama elif-lamê her dem tê xwendin, elîf jî, ku di serî da were tê xwendin, ku ne di serê kelîmê da be nayê xwendin. Jî vî ya ra jî “îzhara qemerîye” tê gotin, ji bo mînakan li ders 11 a, beşa tûpên qemerîye mêze bikin. 14 tîp in: (ì Ü æ Ü å Ü ã Ü ß Ü Þ Ü Ý Ü Û Ü Ú Ü Î Ü Í Ü Ì Ü È Ü Ç)

ÎZHARA MÎM: Di pey mîma sakin ra ji xêncî bê-mîm (ã Ü È) ê herfekî din were, “îzhara mîm” çê dibe.

Mînak: Úóáóíúåöãú æóáÇó   

10- ÎXFA ÇÎ YE?

Di pey tenwîn an jî nûna sakin ra yek ji van panzdeh herfan were “îxfa” çê dibe. Yanî dengê tenwîn an jî nûna sakin bi veşartî tê derxiatin. 15 tîp in:

(ß Ü Þ Ü Ý Ü Ù Ü Ø Ü Ö Ü Õ Ü Ô Ü Ó Ü Ò Ü Ð Ü Ï Ü Ì Ü Ë Ü Ê)

Mînak: ãöäú ÓöÌøöíáò Ü Úóäú ÕóáÇóÊöåöãú Ü äóÑðÇ ÐóÇÊó Ü ãöäú ÌõæÚò

ÎXFA LÊVAN ÇÎ YE?

Di pey mîma (ã) sakin ra heerfa bê (È) were, dengê mîm (ã) ê hinek veşartî tê xwendin ku jî vî “îxfa lêva” tê gotin.

Mînak: ÊóÑúãöíåöãú ÈöÍöÌóÇÑóÉò

11 ÎQLAB ÇÎ YE?

Li pey tenwîn an jî nûna sakin ra herfa bê (È) were dibe “îqlab”, yanî tenwîn ana nûna sakin bi dengê mîmê (ã) tê xwendin.

Mînak: ÓóãööíÚñ ÈóÕöíÑñ Ü ãöäú ÈóÚúÏö   

12- QELQELE ÇÎ YE?

Yek ji van her pênc herfan bê, cîm, dal, ta û qaf (Þ Ü Ø Ü Ï Ü Ì Ü È)  di nava kelîmê da, an jî di dawîya kelîmê da were “qelqele” çê dibe. Wê demê, sukûnîya van herfa li mexrecên wan dikeve û tên xwendin. Di zimanê tecwîdê da ji vî ra qelqele tê gotin.

Mînak:  ÍóÈúáñ ãöäú ãóÓóÏò Ü íóÌúÚóáú Ü ÝóÊóÞúÚõÏó Ü ßõáøõ ÇáúÈóÓúØö

13- LEFZÊ ALLAH (Çááå) ÇAWA TÊ XWENDIN?

1- Hereketa tîpa beriya lefzê Allah zeber ,an jî pêş be, lama lefzê Allah  (Çááå) stûr tê xwendin.

Mînak: ÑóÓõæáõ Çááøóåö Ü Çöäøó Çááøóåó Ü Çóááøóåõãøó ÇÛúÝöÑõáóäóÇ

2- Hereketa tîpa beriya lefzê Allah (Çááå) zêr be, lama lefzê Allah zirav –tenik- tê  xwendin.

Mînak: Çóãóäó ÈöÇááøóåöö Ü áöáøóåö ãóÇ Ýöì ÇáÓøóãóæóÇÊö Ü ãóäú íóåúÏö Çááøóå  

14- HUKMÊ TÎPA RÊ (Ñ) ÇÎ YE?

1- Hereka herfa rê (Ñ) zêr be,

2- Rê (Ñ) sakin, lê hereka herfa beriya wê zêr be,

3- Rê û herfa beriya rê sakin be,

4- Rê bi xwe sakin, lê herfa beriya rê yek ji herfên lîn yê-ya (ì) be, herfa rê zirav tê xwendin.

Mînak: æóÇÖúÑöÈó Ü ÐõßøöÑúÊõãú Ü æóÇöáóíúßó ÇáúãóÕöíÑõÜ ÓóíúÑñ

Herfa rê (Ñ) di pênc cîyan da sitûr tê xwendin.

1- Hereka herfa rê zeber an jî pêş be,

2- Rê sakin lê hereka herfa beriya wê zeber an jî pêş be,

3- Rê û herfa beriya wê sakin bin, lê herfa pêşdatir bi zeber an bi pêşê be,

4- Rê bi xwe sakin lê hereka herfa beriya wê kesra ‘arizî (zêra muweqqet) be,

5- Rê bi xwe sakin, hereka herfa beriya wê zêr be jî, herfa li pey rê tê ku yek ji van her heft herfan (Þ Ü Û Ü Ù Ü Ø Ü Ö Ü Õ Ü Î) yek be, rê dîsa sitûr tê xwendin.

Mînak: ÑóÈøö ÇáúÚóÇáóãöíäó Ü æóÇäúÍóÑú Ü áóíúáóÉõ ÇáúÞóÏúÑö Ü ÇöÑúÌöÚöì Çöáóì

15- ZEMÎR ÇAWA TÊ XWENDIN?

1- Herfa beriya zemîrê bi zêrê be, an jî yê (ì) ya sakin be, zemîr bi zêrê tê xwendin.

Mînak: Çöáóíúåö Ü Èöåö Ü Ýöíåö

2- Herfa beriya zemîrê herfa yê (ì) an jî herfekî bi zêr nebe, zemîr bi pêşê tê xwendin.

Mînak: ÊõØöÚúåõ Ü Úóäúåõ

3- Herfa beriya zemîrê bi hereke be, her wekî di pey zemîrê da ji herfên meddê waw, yê yek hebe bi dirêjayî tê xwendin.

Mînak: ãóÇáõåõ Ü ÈöÇöÐúäöåö

4- Herfa di beriya an jî di pey zemîrê ra tê herfekî sakin be, wê demê zemîr bi kurtî tê xwendin.

Mînak: Çóäøóåõ ÇáúÍóÞøõ Ü æóåóÏóíúäóÇåõ

15- SEKTE ÇÎ YE?

Dema Qur’an tê xwendin, bê ku mirov bîna xwe bide û bigire, bi qasî sanîyekî duda ji sekanê ra (deng birînê ra) “sekte” tê gotin. Di Qur’ana Pîroz da di çar cîya da heye:

1- Sûreta Kehf ayet 2: áóåõ ÚöæóÌóÇ Ü ÞøóíøöãðÇ

2- Sûreta Yasîn ayet 53: ãöäú ãóÑúÞóÏöäóÇ Ü åóÐóÇ

3- Sûreta Qîyamet ayet 27: æóÞöíáó ãóäú Ü ÑóÇÞò

4- Sûreta Muteffifîn ayet 14: ßóáÇøó Èóáú Ü ÑóÇäó