Gorekî gotina pêşda tefsîr bû bi wateya beyan û kifş kirin û ronahî kirina bêje û hevokên Qur’anê. Lêbelê çiku we heye hinek ji bêje û komekên Qur’anê ane gora zahir bêt tefsîr kirin ku dûr bit ji wateya mexsûd û heqîqî ya Qur’anê, li vêderê ye ku dora tewîlê têt û gorek e pê tewîlê mirov wateya heqîqî û mexseda Qur’anê bi dest ve bînit. Yanî eger du an çend wate jê biçin divê bêt tewîl kirin û ew wate munasib û rêk ketî digel Qur’anê bêt girtin. [1]
Bi vî awayî tefsîr û tewîl di desthat û encamê da dibin yek. Naxwe tefsîr û tewîla kitêba Xudê yanî wate kirin û beyan û şerha Qur’anê bi awayê ku Xudê divêt bo bendên wî ronahî dibit.
Kesê kitêbên tefsîrê bixûnit û rêbazên ku mufessir pê ve çûne bibînit wê pê bihesêt ku çi rêkekî pir xeter û têr çal û kendal e. Û wê bibînit kanê çawa hinak ji ehlê tefsîrê di rêka pir xeter da çûne û ketine çûl û kendela. Encan û desthata girtina bi wa rêka bûye ev ku ji hedef û armanca eslîya tefsîrê dûr ketine. Û carna xwe bi riwayetên bêbinyat girtine û carna jî tabiê hewayê nefsê bûne. Û Qur’an gorekî meyl û xwesta xwe tefdîr kirine û wateya beratê carî kirine ser hinek qewimîn û hinek kesa ku yek car mexseda Qur’anê ne ew e û ewa ji ber meyl û viyana xwe ya şexsî bi vî awayî wate kirine.
Bo mînak û wekok, hinek ji kelamî û felsefîya piştî ku bawerî bi hinek mesele û tişta anîn beratên Qur’anê gorekî wê fikra xwe wate û rave kirine (lêbelê gerek e fikra xwe wek Qur’anê lê bikiran ne ku Qur’an weku fikra xwe wate bikiran).
Hinek dîtir ji nivîser û ehlê tefsîra, beratên Qur’anê ser hinek meselên zanînî, aborî, komaleyetî û sîyasî da anîne. Û gorekî wa wate kirine bêwê hindê ku heqîqet û intibaq durist li halê hebit û bi vî awayî em dibînin ku hinek hene ewil gehiştîne hinek mesela û bawerî pê anîne û qebûl kirine û paşê Qur’anê jî bo wî alî dikêşin û bi wî awayî ewa bawerî pê heyîn wate dikin.
Gelek ji tefsîrgera ji mezhebên têvel, çi sunnî çi şi’e û çi xêncî wan, ketine nav vê xeletî re û paşê jî bo berevanî kirina ji gotin û fikra xwe delîl û burhan anîne.
Lêbelê dema em berê xwe didin rêka Islamîya eslî di tefsîrê da, em dibînin hinek esas û binyat bo tefsîra kêrhatî û sehîh hane danîn.
Herweku ji Pêxember (s.) û rêka Ehlê Beytê (a.) û kesên li ser rêka wa ya eslî gava xwe avêjin û ji rêka wa venebûn. Û mufessirên mute’ehid gihayî me, tefsîra Qur’anê hiinek binyat û qanûn û qirar hene ku tefsîrgera bo fam kirin û tefsîr kirina durist ya kitêba Xudê, hîdayet û rêrast dikit.
Hiha emê dest bi xwendina wa binyat û esasên sallim di tefsîra Qur’anê da bikin ku ji alê Pêxember (s.) û Imamên Ehlê Beytê (a.) û alim û zanayên ummmetê ve hatine danîn û eşkere kirin, da ku terazû û pîvek ji parastina vî ilmê şerîf ra hebit û ehlê vî karî bikari bit wezîfa xwe bi hişyarî û silametî pêk bînit û da ku cîhana insaniyetê ji fikr, ehkam û mefhûma têr bikit û dûr ragirt ji navçûn, bid’et, tehmîl û selmandin, reyên şexsî û hewa perêsîyê.
Teberî dibêjit: Ev yek ji Pêxember (s.) û ji Imamên Ehlê Beytê (a.) bo me ronahî bû ye ku:
Tefsîr kirina Qur’anê, ne pê eserên sehîh û kêrhatî û hedîsên serîh û bêşubhe bit ne cayiz û kêr nayêt. [2]
Ehlê Beytê (a.) ev rêk dane ber xwe û tefsîra Qur’anê ya ku du esl û esasên jêrî bo neyî avêtine û merdûd û ne meqbûl zanîne:
1- Tefsîra Qur’anê pê Qur’anê, yanî hinek ayet, ayetên dî wate dikin.
2- Tefsîra Qur’anê pê hedîs û riwayetên durist û sehîh
Hetmen di vê tefsîra Qur’anê anegora va her du esl û esasa bit. Û lazim e em vê jî bizanin, eql bo fam kirina Qur’anê û tefsîra wateya wê û tewcîh kirina zahirê wê gelek girîng û esasî ye. Bi şertê ku di çarçûva Qur’an û sunnetê da bit û ji wê xetê dernekevit. Pêxemberê Xudê (s.) di tefsîra Qur’anê da nexşek esasî û berketî daye eql, li wêderê emr dikit: “Qur’an sekinî û xweyê ihtimala ye. Vêca wê heml bikin ser baştirîn wateya ve”. [3] Û dîsa emr dikit: “Wateya Qur’anê beyan bikin û ji xerîb û ecîbên wê bigerhin”. [4]
Qur’anê jî di tefsîrê da bo eql cîhek veqetandîye û pesnê wa xweyê eqla dikê ku lê dikolin, li wêderê ku emr dikit: " يعلمه الذين يستنبطوه " û zema wa kesa dikit ewên fikr û hizr eqlê xwe ji kar xistin di bara ayetên Qur’anê da û lê nagerhên wateya Qur’anê bo wa ronahî û kifş bibit, emr dikit: “Gelo di Qur’anê da fikr nakin? An qofl li ser dila dane.” (Muhemmed, 24)
Vê anegorê tefsîr kirina Qur’anê gorekî rêka Ehlê Beytê li ser sê binyat û esasa ye:
1- Tefsîra Qur’anê bi Qur’anê.
2- Tefsîra Qur’anê pê hedîsê.
3- Tefsîra Qur’anê pê eqlê ku ji çaraûva Qur’an ê hedîsê derneketî.
Û bi vî awayî em dibînin bo tefsîra Qur’anê esas û binyat hene û tefsîrên ku reyên şexsî têda bi kar hatî birin, an gorekî nezerên ilmî yên rojê hatibit tefsîr kirin û esas ew hatibin girtin an hinek reyên kelamî û felsefî bibin esas bo wê tefsîrê û an ew tefsîr ji hinek riwayetên zeîf ê bêsened an muxalifê serîhê Qur’an û hedîsa qet’î hatibit girtin û ew tefsîra ku û tefsîra ku mufeser gorekî roî û meyla xwe ya şexsî tefsîr kirî û tefsîrên wekî va, ji gotin û rêka Ehlê Beytê derin û Ehlê Beytê û alim û mufeserên li ser rêka wa ev tefsîrên û ha avêtine û qebûl ne kirine. Û gelek tefsîr û reî di nav kitêbên tefsîrî yên musilmana da tên dîtin, çi ji sunnîya û çi ji şî’a ku digel vê xeta Islamî û Qur’anî rêk nakevin û wekhev nabin. Naxwe gerek e em jî çi behayekî nedin wa tefsîrên wusa û ji xêncî tefsîra sehîh qebûl nekin.
Mufessir, kî bit Qur’an li ser wî delîl û huccet e. Ne ew li ser Qur’anê huccet e û ew li ser musilmana ne huccet e meger ew baş fam kiribit û digel rastî rêk bikevit.
Ji imamêm pakên Ehlê Beytê riwayet hene ku nehy kirine ji gotina bêilm û delîl, Imamê Baqir (a.) emr dikit: “Tişta hûn bizanin, bêjin. Û tişta hûn nizanin, bêjin Xudê baştir zanit. Car heye insan ayetekî ji Qur’anê digirit û di tefsîra wê da dikevit xeletîyek welê da ku ji erdê heya ezmana zêdetir ji wateya rastîya Qur’anê dûr dikevit.” [5]
Ji Imamê Sadiq (a.) hatîye riwayet kirin ku: “Her tişt gerek e bêt avêtin ser Qur’an û sunnetê – û rastîya wê pê wa bêt pîvan û zanîn.”
[1] Meselen, di ayeta " وسع كرسيه السماوات والارض " da kursî bi wateya ilm û qudret û tesellut hatîye tewîl kirin, ne bi wateya kursîyê meddî.
[2] Tebersî, Mecme ul-Beytan, pêşgotin, r.13.
[3] Tebersî, Mecme ul-Beytan, pêşgotin, r.13.
[4] Tebersî, Mecme ul-Beytan, pêşgotin, r.13.
[5] Behbûdî, Sehîh ul-Kafî, c.1, r.5.